TAKİP

12 Haziran 2025 Perşembe

Min go dılo şarkı sözleri zc

2025 şarkı cep repertuarı   05397060991


 Min go dılo" 

Min go dilo ma ne bese, ayy ayy

Te go na bela bibim xwelî

Ezê vê eşqê bivim serî


Zalim birînên melûl har kir

Rih û bedenamin ji hev sarkir

Xewn û xeyalênmin bela kir

Wê û felekê li hev par kir


Min go dilo ma ne bese, ayy ayy

Te go na bela bibim xwelî

Ezê vê eşqê bivim serî

Min go dilo Seyda nikare, ayy ayy

Te go ezê rakim vî barî

Tu xwe ji binî bide alî


Sêwî mame li ber derîya

Bûme evdal li dû hêvîya

Xeber nehat ji van rêwîya

Hesret mame bisk û kezîya


Min go dilo ma ne bese, ayy ayy

Te go na bela bibim xwelî

Ezê vê eşqê bivim serî

Min go dilo Seyda nikare, ayy ayy

Te go ezê rakim vî barî

Tu xwe ji binî bide alî


xece erdem KEVOKEK BİRÎNDAR şarkı sözleri zc

 

2025 sahne repertuarı   05397060991

KEVOKEK BİRÎNDAR 


Kevokek brîndar, te bê sebep vekir dar

Evîna dil kevnar,ketîye çavê te neyar 

Rastî kir dîn û har, te heq û mafê we xwar 

Feleka xayîn te dil kirîye jar û hejar 

(Dîsgotin)


Ewê ruwê reş kî ne felek 

Derîyê hesin bişkîne felek 

Baskê kevok azad ke felek 

Dilê kevok neşkîne felek 


Para me êş û xwîn, ketîye janek dilbirîn 

Tev hestir li çava, ma ne bese şîn qêrîn 

Jîyanek bi rûmet, dixwaze her can şêrîn 

Feleka bêbext te,jîyan kirîye tev girîn

(Dîsgotîn)